Hûsiyan 4 keştî li Deryaya Sor hedef girtin

Hûsiyên li Yemenê ragihand ku wan di 3 rojên dawîn de li dijî keştiyên li Deryaya Sor û Kendava Edinê gelek êriş pêk anîn.

Hûsiyan 4 keştî li Deryaya Sor hedef girtin
26 adar, 2024   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hûsiyan bi daxuyaniyekê ragihand ku di 72 saetên dawîn de wan li dijî 4 keştiyan û 2 wêrankerên şer li Deryaya Sor û Kendava Edinê 6 êrişên bi mûşekên balîstî û balafirên bêmirov pêk anîn.

Li Yemenê êrişên Hûsiyan li dijî keştiyên bazirganî yên ku di Deryaya Sor û Kendava Edinê re derbas dibin, didomin. Ev êriş ji Cotmeha borî ve dest pê kiriye û li hember wê Amerîka û Brîtanyayê bi êrişên hewayî yên li dijî baregehên Hûsiyan ên herêmê, nerazîbûna xwe nîşan da.

(mh)

ANHA