2 malbatên li Çilaxa li hev hatin

Komîteya Lihevanînê li navçeyên Çilaxa û Tirbespiyê û Desteya Kar û Barên Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê 2 malbatên Çilaxa li hev anîn.

2 malbatên li Çilaxa li hev hatin
2 malbatên li Çilaxa li hev hatin
2 malbatên li Çilaxa li hev hatin
2 malbatên li Çilaxa li hev hatin
2 malbatên li Çilaxa li hev hatin
2 malbatên li Çilaxa li hev hatin
2 malbatên li Çilaxa li hev hatin
26 adar, 2024   17:35
QAMIŞLO

Komîteya Lihevanînê ya Çilaxa bi beşdariya Komîteya Lihevanînê ya Tirbespiyê û hevkariya Desteya Kar û Barên Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê rûniştineke lihevanînê ya 2 malbatan li bin konekê li gundê Etşan ê Çilaxa li dar xist.

Her du komîteyên lihevanînê û Desteya Kar û Barên Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê malbata Mehmûd Remedan ê ji gundê Etşan û malbata Hisên Himêdî ya ji Helebê ku li Tirbespiyê dijî li hev anîn.

Rûniştin li gundê Etşan bi beşdariya bi dehan rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd û nûnerên ji Desteya Kar û Barên Malbatên Şehîdan, Dîwana Edaleta Civakî, saziyên sivîl, xizmetguzarî û Kongra Star a her du navçeyan, çêbû.

Di rûniştinê de hevserokê desteyê Hesen Ubêd bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku pêwîst e li ser aliyên hewl didin sûdê ji nakokiyên xelkê herêmê wergirin, hişyar bin.

Dûre endamê Dîwana Edaleta Civakî ya Qamişlo Nûreedîn Şakir axivî û got xwe ragirin û dûrî nakikiyên dibin sedema têkbirina têkiliyên civakî.

Şakir wiha domand: "Divê em yek û hevgirtî bin û li hember komplo û planên aliyên dijber li dijî biratî û yekitiya me pêk tînin bisekinin."

Her wiha rûspiyên her du malbatan spasiya beşdaran û komîteyên lihevanînê û hewldana desteyê kir.

Rûniştinê bi silavdayîna ferdên her du malbatan bi dawî bû.

(fr)