Ji bo vekirina Hurmuzê 35 welatan hevpeymanek ava kir

Serokatiyên artêşên 35 welatan bi rêya vîdeokonferansekê li ser pêkanîna hevpeymaneke ji bo destpêkirina trafîka keştiyan a li Tengava Hurmuzê civînek pêk anî.

Ji bo vekirina Hurmuzê 35 welatan hevpeymanek ava kir
27 adar, 2026   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Fransayê têkildarî avakirina hevpeymanekê bi beşdariya 35 welatan ji bo vekirina Tengava Hurmuzê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku duh ji aliyê serfermandarê artêşa Fransayê ve civînek hate lidarxistin û tê de helwesta welatên ku dixwazin beşdarî hevpeymana xurtkirina ewlehiya deryayî ya li herêma Kendavê û Tengava Hurmuzê bibin, hate guhdarîkirin.

Hat destnîşankirin ku di civînê de 35 welatan bi armanca destpêkirina trafîka deryayî li Tengava Hurmuzê beşdariya xwe ragihand.

Lîsteya  welatên ku bi pêşengiya Fransayê ji bo ewlehiya Tengava Hurmuzê û vekirina trafîka deryayî li hev civiyane, wiha ye: Fransa, Brîtanya, Almanya, Îtalya, Holanda, Spanya, Portûgal, Belçîka, Danîmarka, Norwêc, Swêd, Fînlenda, Îzlanda, Polonya, Romanya, Çekya, Slovakya, Slovenya, Kroatya, Bulgarîstan, Letonya, Lîtvanya, Estonya, Montenegro, Albanya, Kanada, Panama, Komara Domînîk, Trînîdad û Tobago, Japonya, Koreya Başûr, Awistralya, Zelenda Nû, Îmarata Erebî û Behreyn. Welatên wekî Nîjerya û Kosovayê jî, di daxuyaniyên piştgiriyê de navên wan derbas dibe.