Çiya Kobanê bi fermî dest bi peywira xwe kir

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD'ê Çiya Kobanê (Hecî Mihemed Nebo) bi fermî dest bi peywira xwe wek cîgirê fermandarê Firqeya 60’an kir.

Çiya Kobanê bi fermî dest bi peywira xwe kir
27 adar, 2026   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29'ê Çileyê de, endamê fermandariya me ya giştî (QSD) Çiya Kobanê (Hecî Mihemed Nebo) bi fermî dest bi peywira xwe wek cîgirê fermandarê Firqeya 60’an, kir.

Ev tevger di çarçoveya birêxistinkirina têkiliyên leşkerî û entegrekirina hêzên leşkerî yên QSD'ê di sazûmaniya parastina Sûriyeyê de pêk tê. Ev yek dê hewldanên yekbûyî yên parastinê xurt bike û asta performansa li hember pirsgirêkên ewlehiyê zêde bike. Di heman demê de teqeziyê li ser vê dikin ku parastina sivîlan û aramiya herêmê armancên pêşîn in.”

(bb)