`Hêviya me vegera li Efrînê ye’

Gulîzar Hisen ji ber şert û mercên zehmet ên jiyana di dibistanan de her roj hêviya vegera Efrînê dike û dibêje "Daxwaza me tenê vegera li Efrînê ye.”

`Hêviya me vegera li Efrînê ye’
`Hêviya me vegera li Efrînê ye’
`Hêviya me vegera li Efrînê ye’
`Hêviya me vegera li Efrînê ye’
`Hêviya me vegera li Efrînê ye’
`Hêviya me vegera li Efrînê ye’
`Hêviya me vegera li Efrînê ye’
`Hêviya me vegera li Efrînê ye’
`Hêviya me vegera li Efrînê ye’
`Hêviya me vegera li Efrînê ye’
`Hêviya me vegera li Efrînê ye’
`Hêviya me vegera li Efrînê ye’
`Hêviya me vegera li Efrînê ye’
`Hêviya me vegera li Efrînê ye’
`Hêviya me vegera li Efrînê ye’
`Hêviya me vegera li Efrînê ye’
`Hêviya me vegera li Efrînê ye’
`Hêviya me vegera li Efrînê ye’
7 adar, 2026   02:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Gulîzar Hisen (45) ji navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî ye. Di sala 2018’an de bi 3 zarokên xwe re ji neçariyê berê xwe dide herêma Şehbayê. Li kampên koçberiyê di nava zehmetiyan de dijî. 2’yê Kanûna 2024`an ji ber êrişên li ser Şehbayê, careke din berê xwe dide herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser.

Gulîzar vê carê jî berê xwe dide bajarê Tebqayê û ji Tebqayê jî berê xwe dibe bajarê Hesekê û li Dibistana El Behterî ya bajarê Hesekê bi cih dibe.

Ji ber malbata Gulîzarê li Efrînê ye, Gulîzar jî dixwaze careke din vegere Efrînê, bi malbata xwe re bijî. Di dibistanê de 12 malbatên din ên efrînî hene û Gulîzar bi 3 zarokên xwe re di odeyeke dibistanê de bi cih bûye.

Gulîzar di wê odeyeke biçûk a dibistanê de jiyana xwe ya rojane dide meşandin. Gulîzarê ji me re wiha qala jiyana xwe kir: “Ez û 3 zarokên xwe ve di vê dibistanê de dijîn. Dema karek an jî tiştek di mal de çêkirinê bixwaze, ez çêdikim. Kehrebeya odeya dibistanê çêkirinê dixwaze, ez çêdikim da ku zarokên min zehmetiyê nekişînin.”

Gulîzarê wiha qala zehmetiyên xwe yên di dibistanê de kir: "Em di nava şert û mercên gelek zehmet de dijîn. Durbûna ji dayik û bavê xwe jî zehmetiyek e. Kesên nexweş nikarin di dibistanan de bijîn. Hewcedariya zarok, pîr û kalan bi her tiştî heye. Em bi hev re dibin alîkar da ku em barê jiyanê hêsan bikin.”

Gulîzarê wiha lê zêde kir: "Rojê hezar carî em hêviya vegerê di dilê xwe de zindî dikin. Daxwaza me tenê ew e em vegerin ser axa bav û kalên xwe. Ev 8 sal e min malbat û xizmên xwe nedîtine. Êdî bes e, bila dijmin ji malên me derkeve da ku em vegerin. Em vegereke ewle dixwazin.”

ANHA