Rêveberiya Xweser komîteyek ji bo paqijkirina çemê Cexcex ava kir

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de petrola xam herikî û bandor li jîngehê kir. Ji bo kêmkirina bandora vê herikînê deste û saziyên kantona Cizîrê hin rêbaz nîqaş kirin.

Rêveberiya Xweser komîteyek ji bo paqijkirina çemê Cexcex ava kir
Rêveberiya Xweser komîteyek ji bo paqijkirina çemê Cexcex ava kir
14 sibat, 2024   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî stasyon û bîrên petrolê, petrol herikî nav zeviyên çandiniyê û çemê Red û gelek deverên kantona Cizîrê.

Desteya Çandinî û Avdanê ya kantona Cizîrê civînek bi nûnerên Meclisa Hesekê, Desteya Jîngehê, Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan, Desteya Enerjiyê, Şîrketa Petrolê ya Rimêlanê û Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê re, li dar xist.

Beşdaran di civînê de bandora herikîna petrolê li ser jîngeh û mirovan, tedbîrgirtinên ji bo ku av negihîşe bendava Xabûr a başûrê Hesekê û hişyarkirina cotkaran ji avdana zeviyan, nîqaş kirin.

Beşdaran biryar da ku komîteyeke taybet ji bo paqijkirina çemê Cexcex ji petrolê ava bikin. Ji bo wî jî Desteya Şaredariyan bi peydakirina wesayîtan û Desteya Çandinî û Avdanê ji bo şopandina kar û peydakirina ekîbên komîteyê hatin erkdarkirin.

(mh)