Ji bo şehîdên cêwî Ferhad û Şiblî stranek

Hunermendê Kurd Baran Dilbihar, ji bo bîranîna şehîdên cêwiyên hev “Ferhad û Şiblî” stranek amade kir û klîpa wê derxist. Baran got: “Em jî bi hunerê bersiva şerê qirkirinê yê li dijî herêmê didin.”

Ji bo şehîdên cêwî Ferhad û Şiblî stranek
6 mijdar, 2023   12:22
RÊNAS REMO
QAMIŞLO

Hunermendê Kurd Baran Dilbihar şehîdên bira û cêwiyên hev Ferhad Şiblî û Şiblî Şiblî bi stranekê bi bîr anîn. Klîpa stranê duh (5 Mijdar) hat derxistin.

Hunermend Baran gotinên stranê di roja ku Şiblî şehîd bûye de nivîsîbûn û di merasîma oxirkirina wî de li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik gotibû.

Baran têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û ev tişt gotin: “Hê dema her du şehîd zarok bûn, min malbata wan nas kir. Ez girêdana wan bi axê, welat û bi taybet bi dayîka xwe Xanê re ku ew li ser welatparêziyê mezin kirin, baş dizanim.”

Baran bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker her kesî (zarok, kesên temenmezin, jin û ciwanan) hedef digire û got: “Ew hewl dide me qir bike, her kes li hember vê yekê bêdeng e. Lewra, girîng e ku em bi rêya hunera xwe li ber xwe bidin. Huner rengekî din ê bersivdayîna şerê qirkirinê yê li dijî hunerê ye.”

Gotinên stranê qala taybetiyên şehîd Ferhad û Şiblî, malbata wan, bajarê wan Dêrik û bandora her du şehîdan di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, doza Kurd û girêdana wan bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re dikin.

Di klîp de jî dîmenên her du şehîdan û dîmenên merasîma oxirkirina şehîd Şiblî hatine bicihkirin.

ŞEHÎD FERHAD Û ŞIBLÎ KÎ NE?

Ferhad û Şiblî du birayên cêwî yên ji bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Di xweşî û nexweşiyê de her bi hev re bûne. Her du ciwanên Kurd di nava malbateke welatparêz ku bi fikrê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer e de, rabûn.

Şehîd Şiblî navê apê xwe yê şehîdê HPG`ê Şiblî Şiblî (1990 şehîd bû), şehîd Ferhad jî navê apê xwe Ferhad Şiblî (Ferhad Dêrik) ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû (2022) rakiribûn.

Her du birayên cêwî bi destpêkirina Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bi hev re tev li nava refên şoreşê bûn. Şehîd Ferhad ku şervanê YPG`ê bû sala 2014`an dema beşdarî vekirina korîdora mirovaî ya navbera Şengalê û Rojava dibû, şehîd bibû.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şiblî Şiblî jî 27`ê Cotmehê di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li Dêrikê şehîd bû.

Lînka klîpê ev e:

https://www.youtube.com/watch?v=a_1hd8QvzVE

(c)

ANHA