Li Ranye êrişa hewayî: 3 welatî birîndar bûn- HATE NÛKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker navenda gundê Boskên ya ser bi bajarokê Ranye yê Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Di encama êrişê de 3 welatî birîndar bûn.

Li Ranye êrişa hewayî: 3 welatî birîndar bûn- HATE NÛKIRIN
6 mijdar, 2023   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, di saetên nîvro de balafirek  bi çek a bê mirov  a dewleta Tirk a dagirker navenda gundê Boskênî yê ser bi bajarokê Ranya ya ser bi Îdareya Raperîn ve, bombebaran kir.

Rêveberê bajarokê gundê Boskênî Serhed Resul der barê êrişê de ev agahî dan Rojnewsê; “Danê nîvro dewleta Tirk bi rêya balafira bê mirov navenda gund bombebaran kir û di encamê de 3 kes birîndar bûn.”

Hate zanîn cihê hatî bombebarankirin navenda gund e û li nêzî dikan û malên welatiyan. Her wiha li gorî aghiyan ji her 3 kesên birîndar bûne du ji wan karker in.

Di encama êrişê de malên gund jî ziyan dîtin, pencere û deriyên malên welatiyan şikestin û tirsek mezin çêbû.

Rêveberê Tenduristiya Giştî ya Ranyayê Ferman Ehmed jî got ku heya niha du birîndar ku karker bûn, rakirine nexweşxaneyê.