Kongreya Parastina Mîrasê di roja duyemîn de ye

1′emîn Kongreya Navneteweyî ya Parastina Mîrasa Madî û Nemadî di roja duyemîn de dewam dike.

Kongreya Parastina Mîrasê di roja duyemîn de ye
Kongreya Parastina Mîrasê di roja duyemîn de ye
Kongreya Parastina Mîrasê di roja duyemîn de ye
Kongreya Parastina Mîrasê di roja duyemîn de ye
Kongreya Parastina Mîrasê di roja duyemîn de ye
Kongreya Parastina Mîrasê di roja duyemîn de ye
6 mijdar, 2023   12:36
REQA

Beriya çend kêliyan çalakiyên roja duyemîn a 1′emîn Kongreya Navneteweyî ya Parastina Mîrasa Madîn û Nemadî" li bajarê Reqayê dest pê kir. Kongre ji aliyê Zanîngeha Şerq û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye birêxistinkirin.

Di roja duyemîn a kongreyê de beşên cuda yên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; Kurd, Ereb, Ermen û Asur beşdar in. Her wiha dî lêkolînerê ji Brîtanyayê Dr. David û kesayetên din ji welatên Ewropa, Misir û Iraqê bi rêya bernameya "Zom" beşdar bibin.

Di rûniştina duyemîn a kongreyê de dê du mijar werin nîqaşkirin

Di mijara yekemîn de dê rola nasnameyan di dewlemendkirina mîrasê de, zaravayê windayî, taybetmendiyên zaravayên bajarê Reqayê, stranên gelêrî yên herêma Cizîrê û berpirsyara parastina mîrasa manewî, werin nîqaşkirin.

Her wiha di mijara duyemîn de jî wê lêkolîneke rexneyê li qanûna şûnwaran a ji aliyê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye derxistin, parastina qanûnî ya şûnwarên çandî di demên şerê çekdarî, parastina mîrasa çandî ya nemadî di qanûna navneteweyî de, werin nîqaşkirin

Kongrê dê îro saet di 22:00′an de bi çalakiyên mîrasî û hunerî bi dawî bibe.

Beşdaran di rûniştina yekemîn de ku duh pêk hatibû de, jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir.

Li gel nîqaşkirina mijaran jî, mîrasa çandî ya pêkhateyên Ereb, Kurd, Asur û Ermen jî hatiye pêşandan.

(bb)

ANHA