Ji bo Rojava şandeyek çû serdana Şaredarê Luzernê

Şandeyek ku ji hevserok û endamên Komîteya Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Luzernê (Dem-Kurd) pêk tê, têkildarê rewşa Rojava serdana şaredarê bajarê Luzernê yê Swîsreyê kir.

Ji bo Rojava şandeyek çû serdana Şaredarê Luzernê
27 sibat, 2026   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya ku ji hevserokên Dem-Kurd Ercan Guneş û Leyla Ekîncî, endamên Komîsyona Têkiliyên Derve Mehmet Eroglu û Îbrahîm At pêk tên, bi şaredarê bajarê Luzernê yê Swîsreyê Beat Zusli re hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtinê de şandeyê têkildarê rewşa mirovî ya li Rojava, bi taybetî rewşa Kobanê ya ji ber dorpêçê, agahî parve kirin. Şandeyê bal kişand ser xetereya mezin a ku sivîlên herêmê pê re rû bi rû dimînin û behsa berpirsyariya mirovî û girîngiya hevgirtina navneteweyî kir.

Beat Zusli piştî şandeyê guhdar kir da zanîn ku ew ji destpêka pêvajoyê ve geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne. Zusli, anî ziman ku ew wekî Şaredariya Luzernê li ser bingeha berpirsiyariyên xwe bi saziyên federal re, bi taybetî bi saziya alîkariya mirovî û xurtkirinê ya DEZA’yê re bi rengekî koordîne xebatên xwe dimeşînin.

Zusli anî ziman ku dê vebijarkên alîkariya lezgîn ên ji bo sivîlên li Kobanê di meclîsa şaredariyê de werin nîqaşkirin û got ku ew amade ne li gorî biryara meclîsê gavên şênber bavêjin.

Beat Zusli da xuyakirin ku Luzern li hemberî krîza mirovî hesas e, lê gavên ku dê werin avêtin dê li gorî çarçoveya sazûmanî bi pêş bikevin.