ji bo Îmraliyê kampanya şandina kartan hat destpêkirin

Di çerçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ya navneteweyî de, li Ewropayê kampanyaya şandina kartan ji bo Îmraliyê hat destpêkirin.

ji bo Îmraliyê kampanya şandina kartan hat destpêkirin
8 ÇILE, 2024   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Bi pêşengiya Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) di çarçoveya pêngava navneteweyî de îro (8’ê Çile) kampanya ya şandina kartan (kartpostal) hat destpêkirin.

Hevseroka KCDK-E Zûbeyde Zumrut, diyar kir ku wan xebata xwe ya di vê çarçoveyê de bi dawî kiriye û got ku kartên ji bo şandinê hatine amadekirin, li welatiyan hatine belavkirin. Zumrut, anî ziman ku wan bi vê xebatê re dest bi kampanyayê kiriye.

Kart bi gelek zimanên cuda ku di nav wan de Kurdî, Îngîlîzî û Fransî jî hene, hatine amadekirin. Di nivîsê liser kartan hatine nivîsandin de daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê kirin û peyamên wî yên derbarê azadiya jinê, azadiya hawirdorê û çareseriyên ji bo krîzên gerdûnî cih digirin.

Çand beş nivîsên kartan

“Birêz Abdullah Ocalan;

Bi armanca piştgiriyê ji bo we dinivîsim. Îro li her derê jin ji bo mafên xwe têdikoşin. We wiha gotibû: ‘Heta ku jin azad nebe, civak jî dê tu carî azad nebe.’ Her wiha we dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bûye îlham ji cîhanê re ava kir! Ez tevlî we dibim û ji bo ku hûn karibin teoriyên xwe yên rizgariya jinê bi tevgerên wekheviyê li her derê pêş bixînin û pêk bînin, daxwaza azadiya we dikim."

*

“Birêz Abdullah Ocalan;

Wekê we jî diyar kirî  birçîbûn, bêkarî, şer û talan encama îxaneta li ekolojiyê ye, civakek ku xwe nespêre ekolojiyê, dê saxlem nebe. Ez bi dil û can tevlî vê perspektîfa we dibim û ji bo ku hûn bikaribin fikrên xwe yên derbarê ekolojiya civakî de pêş bixin, ez bi awayekî lezgîn daxwaza azadiya we ya fîzîkî dikim.”

*

“Birêz Abdullah Ocalan

Ez vê peyamê ji bo piştgiriya xwe nîşan bidim, dişînim. Şer û pevçûn li her devera cîhanê belav dibe. Ez bi dil û can tevlî perspektîfa we ya ‘Di navbera şer û aştiyê de hilbijartina şer helbet zortir e, lê li gorî min ya watedar û serkeftî, aştiye’ dibim. Ez bi dilê xwe tevlî hemû ramanên we dibim û ji bo ku hûn bikaribin felsefeya xwe berfirehtir bikin, daxwaza azadiya we ya fîzîkî bi awayekî lezgîn dikim.”