Meclisa Leşkerî ya Suryanî ket sala xwe ya 12'an 

Meclisa Leşkerî ya Suryanî diyar kir ku ew ê di sala xwe ya 12'an de têkoşîna li dijî DAIŞ û dagirkeriya dewleta Tirk bidomînin.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî ket sala xwe ya 12'an 
8 ÇILE, 2024   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi munasebeta salvegera 11’an a meclisê daxuyaniyeke nivisîkî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Meclisa Leşkerî ya Suryanî ji dema ku hatiye damezirandina ve tevahî birînan dikewîne, banga wekheviya di navbra çînên civakî û jin û mêr dike.  Azadî mafekî bingehîn e û milkê her kesî ye. Di dema aştiyê de em aştîxwaz in û di demên şeran de em şêr in. Em têkoşerên di rêya berxwedanê de ne ta li tevahî welat aramî û aştî pêk werin.  Me li gel tevahî gelên herêmê di oxira parastina welat de  berdêlên giran dan. Me karwanên şehîdan dan ku tariya şevan ronî dikin.  Tevî zehmetî û hewldanên têkbirina  projeya me ya pêkanîna azadî, edalet û demokratiyê ji bo tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê  hêzên me di pêkanîna erkên xwe de dudilî nedibû.

Bi serkeftin û destkefiyên mezintir, em dikevin sala xwe ya 12’an. Li tevahî herêman me li hemberî rêxistina herî xeternat li ser cîhanê an ku rêxistina DAIŞ a terorîst û şaneyên wê şer kirin. Her wiha em li hemberî dagirkeriya deweta Tirk a dagirker sekinin ku di demên dawîn de êrişên xwe li ser herêmên me zêdetir kiriye da ku ziyanê bide herêmên me, gelê resen koçber bike û qirkirineke komî mîna yên Osmaniyan dikirin, pêk bîne.

Em Meclisa Leşkerî ya Suryanî dibînin ku divê çareseriyeke siyasî pêk were da ku yekitiya xaka Sûriyeyê mîsoger bike û destkeftiyên ku me bi hevkarên xwe yên welatparêz ên QSD’ê de bi dest xistine, biparêzin.

Me beşdarî pêngavên leşkerî yên bi armanca paqijkirina tevahî herêman bûn. Me bi rêya perwerdeyan şervanên xwe pêş xistin. Careke din em teqez dikin ku em û tevahî pêkhateyan bi mafên xwe xwe ve girêdayî ne. Em ê yekitî û ewlehiya gelê xwe biparêzin ku armanca me ya bingehîn e. Careke din em soza xwe  bi gelê xwe Suryan Asur û Kilan û tevahî gelên welat re nû dikin em şopdarên xeta şehîdên xwe û li ser soza xwe ne. Hêza di mercên dijwar de xurtir dibe. Çawa me merheleyên herî dijwar derbas bikin em ê tevahî merhele û zextan derbas bikin heta ewlehî û aramiyê mîsoger bibin."

(bb)