Mihemed Şêxo wê salvegera wefata xwe de bê bibîranîn

Mihemed Şêxo wê di salvegera 37'emîn a koça wefata xwe de li bajarê Qamişloyê bê bibîranîn.

Mihemed Şêxo wê salvegera wefata xwe de bê bibîranîn
5 adar, 2026   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dê di salvegera  37`emîn a wefata hunermend Mihemed Şêxo (9 Adar 2026) de çalakiyeke hunerî li dar dixe. Di vê çarçoveyê de amadekarî tên kirine.

Li gorî agahiyên ku rêveberiya navendê dane,  dê li ser jiyana hunermend Mihemed, rola wî di vejînkirina awazên kurdî û parastina çand û hunera kurdî de axaftin werin kirin. Her wiha dê Koma Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê, Koma Botan û hunermend Amir Remo û Sefqan Orkêş dê stranan pêşkêş bikin.

Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo sala 1948`an li gundê Xecûkê yê Qamişloyê ji dayîk bûye. Di salên înkarkirina ziman û çanda gelê Kurd de têkoşîna hunerî dike û xwe dide ber berpirsyartiya parastina ziman û çanda kurdî. Mihemed Şêxo ku di nava civaka Kurd de bi navê Bavê Felek û Bilbilê Xemgîn tê naskirin, 9`ê Adarê 1989`an jî li bajarê Qamişlo wefat kir.

(np)