Rêveberiya Kobanê serdana malbata şehîdên komkujiya Xirab Işkê kir

Rêveberiya bajarê Kobanê serdana malbata mexdûra komkujiya  gundê Xirab Îşkê kir. KOBANÊ

Rêveberiya Kobanê serdana malbata şehîdên komkujiya Xirab Işkê kir
Rêveberiya Kobanê serdana malbata şehîdên komkujiya Xirab Işkê kir
Rêveberiya Kobanê serdana malbata şehîdên komkujiya Xirab Işkê kir
Rêveberiya Kobanê serdana malbata şehîdên komkujiya Xirab Işkê kir
Rêveberiya Kobanê serdana malbata şehîdên komkujiya Xirab Işkê kir
Rêveberiya Kobanê serdana malbata şehîdên komkujiya Xirab Işkê kir
5 adar, 2026   10:40
KOBANÊ

Piştî ku di çarçoveya pêkanîna peymana 29ˊê Çileyê de, hêzên hikûmeta demkî xwe ji gundewarên Kobanê vekişandin û li bajarê Çelebiyê nuqteyên hevbeş ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û hikumeta demkî hatin avakirin, rêveberiya Kobanê duh serdana malbata şehîdên komkujiyê kir.

Rêveberiya Kobanê sersaxî ji malbatê re xwest û diyar kir ku ji ber êrişan nikaribûn heta niha herin serdanê. Piştî serdanê, rêveberiya Kobanê û endamên malbatê berê xwe da cihê komkujiyê.

Komkujiya gundê Xirab Îşkê 25’ê Çileyê pêk hatibû. Ji malbatê 5 kes şehîd bûbûn û 5 kes jî birîndar bûbûn. Yek ji qurbaniyên komkujiyê xwendekara Zanîngeha Kobanê Fatima Hec Mehmûd e ku her du lingên wê hatine birîn.

(sş)

ANHA