Komên hikumeta demkî 74 gundên Kobanê talan kirin

Komên girêdayî hikumeta demkî piştî jê vekişiyan 74 gundên Kobanê talan kirin. Hebûna van koman li 10 gundên din vegera şêniyan asteng dike û bicihanîna peyama 20'ê Çileyê de dereng dixe.

Komên hikumeta demkî 74 gundên Kobanê talan kirin
5 adar, 2026   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê piştî vekişiyan 74 gundên Kobanê talan kirin. Lê  10 gundên din hîna di bin kontrola wan de ne. Mayîna wan koman vegera şêniyan a li gundên xwe asteng dikin, di heman demê de bicihanîna peymana 29'ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî de dereng dixe.

Gundên ku komên hikumetê jê derketine û talan kirine ev in: Bîr Zinar, Bîr Xat, Bîr Nasir, Leqleqo, Qurquling 1, Qorqulind 2, Şerebanî, Seferî, Hemtopik, Bîr Kor, Pêşek, Xirabî Seronç, Golêketî, Demircik, Koç Kemat, Koktepe Jêrîn, Kok Tepe Jorîn, Mîlî, Xanika Ebdo, Mendik, Xuydan, Xan Memed, Derbeteht, Çixura Bicûk, Çixura Mezin, Çortanek, Tozinc, Berdax, Mizxene, Toqlî, Qeynter, Mereser, Kepirebin, Dewî, Erne, Korik, Sal, Saqî, Kefûn, Tolik, Bîr Cirût, Nurelî, Bilik, Qil Heydê, Der Felît, Qulan 1, Qulan 2, Qulan 3, Qun Eftar, Xatunî, Xirab Berkil, Qirad Kurd, Omerekê, Şakurk, Sept Eydo, Sebt Inko, Zîk, Dozî, Qerareşk, Mezra Şehîd Eşref, Bîrik, Xerab Xel, Zirkotêk, Esediyê, Goktep 1, Goktep 2, Bîr Bekê, Bîr Sewan, Sêfûn, Girê Evrê, Girê Sor, Salokê, Guçêkmet, Qube.

Gundên hina komên hikumeta Şamê tê dane: Girik, Hemdûn, Cebel Seman, Xirab Işkê, Çelebiyê, Nihît, Hêmed, Ebû Sira, Gêçkiran û Cadê.

(bb)