‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê xurttir bikin’

Rewşenbîran destnîşan kir ku divê têkoşîn xurttir bibe da ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe.

‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê xurttir bikin’
27 adar, 2026   06:50
HESEKÊ
ABDULXENÎ EL HAMAN

Rewşenbîrên bajarê Til Temirê got ev bi salan e Rêber Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê tê ragirtin û divê şert û mercên wî werin guhertin.  

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Til Temirê Idrîs El Yûnis got: “Tecrîd ji aliyê tenduristiyê ve zexteke mezin li Rêbertî dike û li ser jiyana wî xetereyê çêdike.”

Mamoste Eyhan El Yûnis anî ziman ku divê rewşenbîr azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bixin rojeva qada çandî û çapemeniyê, li ser mafên mirovan bisekinin, çalakî, semîner û hemleyên hiqûqî yên navneteweyî bi rêxistin bikin, di çalakiyan de rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna aştiyê têxin rojevê.

Nivîskar Remo Hayder jî got: “Rewşa tenduristî ya Rêbertî di encama mayîna bi salan li girava Îmraliyê de, di xetereyê de ye. Divê di demeke kin de şert û mercên wî werin guhertin.”

ANHA