Di rewşa heyî de koçberên Serêkaniyê nikarin vegerin

Koçberên Serêkaniyê û gundewarên wê li benda vegerê ne lê hîna rewşa ewlehiyê ya bajar û gundên wê ne aram e. Malbatên çeteyên dewleta Tirk dest danîne ser mal û milkên xelkê Serêkaniyê û gefan li wan dixwin.  

Di rewşa heyî de koçberên Serêkaniyê nikarin vegerin
27 adar, 2026   05:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Ji sala 2019`an ve 150 hezar malbatên ji Serêkaniyê û Girê Spî ji ber dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûn. Niha li bajarên dîtir ên Rojava bi cih bûne, beşek ji wan di kampan û dibistanan de dimînin. Niha malbatên çeteyên Tirkiyeyê dest daniye ser mal û milkên xelkê Serêkaniyê û Girê Spî.

DEMOGRAFIYA SERÊKANIYÊ GUHERANDIN

Dewleta Tirk û çeteyên wê di van salan de Serêkaniyê û gundewarên wê ji aliyê demografîk de dan guhertin. Hejmara xelkê resen ê Serêkaniyê gelekî kêm bû. Pêkhateya Şîşan, Kurdên Êzidî bi temamî koçber bûn, Kurd tenê 50 kes û Xiristiyan jî 5 kes mabûn.

Li gorî Weqfeya Hevdestî ya doza koçberên Serêkaniyê dişopînê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 52 gundên Serêkaniyê vala kirin, destê xwe danîn ser 8,300 mulkên taybet û 100 hezar hektar erdên çandiniyê.

Her wiha dewleta Tirk 30 baregehên xwe li Serêkaniyê û gundewarên wê danîn. Li bajar jî dibistan û malên xelkê kirin qereqolên leşkerî. Bajarê Serêkaniyê bi bajarê Ruha yê Bakurê Kurdistanê ve dan girêdan. Kadirên îdarî ji Tirkiyê tên Serêkaniyê birêve dibin. Di encama polîtîkayên Tirkiyê de bajarê Serêkaniyê aliyê demografîk û îdarî ve hate guhertin.

ŞERT Û MERCÊN KOÇBERAN ZEHMET IN, DITIRSIN VEGERIN

Bi hezaran koçberên Serêkaniyê û gundewarên wê li kampa Waşokanî, kampa Serêkaniyê ya Hesekê û kampa Newroz a Dêrikê dimînin. Bi dehan malbatan jî li dibistanan an jî li gel nasên xwe dimînin.

Di lihevkirina QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatiye gotin ku dê koçber vegerin warên xwe. Dewleta Tirk û çeteyên wê ji Serêkaniyê û gundewarên wê derneketine. Li baregehên leşkerî dimînin û bajar ji aliyên ewlehî û îstîxbaratî ve tê birêvebirin.

Komîteya koçberên Serêkaniyê û Girê Spî 25`ê Adarê têkildarî rewşa herêmên dagirkerî daxuyanî dabû. Di daxuyaniyê de gotibûn ku rewşa ewlehî, leşkerî û îdarî li bajarê Serêkaniyê ne ewle ye û aramî çênebûye. Dema ku malbatên Serêkaniyê bi tena serê xwe vegerin û veger ne birêxistinkirî be, dê xetere li ser jiyana wan çêbe û ji vegera komî ya koçberan re astengî derkevin. Her wiha Komîteya Koçberan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê vegera ewle garantî bibe, mal û milkên koçberan vegerînin, guhertina demografîk bi dawî bikin û bendên lihevkirina 29`ê Çile pêk werin. Eger ev şertên me pêk neyên em venagerin.

BAJAR Û GUND XIRAB KIRINE

Di van rojên dawiyê de çend malbatên Kurd û Ereb ên Serêkaniyê ji ber rêyên ji Til Temir û Zirgan diçin Serêkaniyê girtî ne, di rêya navneteweyî M4 re ji bo serdanê û rewşa malên xwe li wir zanibin, çûn Serêkaniyê. Heman malbatan ev agahî dan: “Bajar gelekî xirab kirine, çeteyan malên wan talan kirine û dest danîne ser mal û milkên wan. Komên çekdar, bi taybet ên ji Dêrazorê û hinek herêmên dîtir li Serêkaniyê û gundewarên wê belav bûne, artêşa Tirk jî hîna ji Serêkaniyê û gundewarên wê derneketiye.”

Hinek koçberên ku nexwestin nasnameya wan aşkera bibe, got: “Kesên ku di malên me de ne bêrêzî ji me re kirin û gef li me xwarin. Ji me re gotin eger hûn pere nedin me, em ê malên we birûxînin. Gelek gund û bi taybet ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê de bi cih bûne mîna gundê Dawidiyê Mela Selman bi temamî hatine rûxandin. Tenê dîwarên malan mane.”

Koçberên Serêkaniyê û gundewarên wê ji civata navneteweyî û aliyên têkildar daxwaz dikin ku di çarçoveya Peymana 29`ê Çileyê de bi komî û bi ewle vegerin warê xwe.

ANHA