`Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezinkirina têkoşînê divê`

Jinan got ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan di nava xwe de azad bibînin divê têkoşîn bê mezintirkirin.

`Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezinkirina têkoşînê divê`
9 gulan, 2024   03:06
QAMIŞLO

Bertekên li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan roj bi roj zêdetir dibin. Li beramber wê jî, bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê jinan ve zêdetir dibin.

Jina bi navê Safiye Murad a ji Girkê Legê got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan li hember siyaset û komployan, tê dikoşe û li ber xwe dide. Bi saya raman û felsefeya wî, jin ji her demê bêtir, bi hêztir û xwedî vîn bûne."

Safiyeyê diyar kir ku jinên li azadiyê digerin, berxwedana Rêber Abdullah Ocalan hilbijart û bi rêya wê hêza xwe nîşan da û hişmendiyên wan biçûk dixin jî têk bir û ber bi azadiyê gav avêtin.

Her wiha Safiye soz da ku têkoşînê mezin bikin, ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Jina bi navê Eyşe Mistefa sûcên dermirovî û exlaqî yên ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan dike, şermezar kirin û wiha domand: "Bi wan sûcan dixwaze gelan ji Rêber Abdullah Ocalan dûr bixe. Lê nikare, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo me bûye hewaya ku em pê dijîn."

Eyşe wiha pê de çû: "Me fêm kir ku berxwedan jiyan e, serîtewandina ji dijminan re heqaret e, ne pêkan e ku em ji ramanên wî dûr bikevin. Ji bo ku em wî di nava xwe de azad bibînin û têkoşîna şehîdan biparêzin, em ê têkoşînê berdewam bikin û fedakariyan bikin."

Jina bi navê Xalse Xelef jî bal kişand ser têkoşîna jinan di oxira azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de û got: "Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bingeha têkoşîna me ye. Divê ji vê bêtir li ber xwe bidin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin."

(şx)

ANHA