Liv û tevgera DAIŞ’ê li herêmên dagirkirî, Iraq û Sûriyeyê

Çeteyên DAIŞ’ê ku hin hêz dixwazin ji nû ve zindî bikin, ji destpêka salê ve gelek êriş pek anîne. Hêzên ewlekariyê jî li dijî wan, operasyonên xwe didomînin.

Liv û tevgera DAIŞ’ê li herêmên dagirkirî, Iraq û Sûriyeyê
9 gulan, 2024   05:17
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Di demên dawîn de li hin deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye û gelek êrişan pêk tînin. 

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê û saziyên herêmê, ji destpêka sala 2024’an ve, bi desteka hin hêzên derve hewl tê dayîn DAIŞ ji nû ve were zindîkirin. Tê gotin ji sînorê Iraq-Sûriyeyê heta herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dargikirin, planên bi vî rengî hatine meşandin. 

Çavkaniyan da zanîn ku 3’yê Çileyê 2024’an û Nîsanê (2024) berdevkê DAIŞ’ê Ebu Huzeyfê Ensarî bang li şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê kir ku ji bo êrişan bikevin nava tevgerê. Her wiha telîmat ji “mekteba Ebu Hafs el Haşimî El Qureyşî” û “wezîrê cengê” Ebu Huzeyfe El Ensarî re hate şandin ku hemû rêveberên “wilayetên DAIŞ’yê” yên li Sûriye û Iraqê çeteyan amade û bi çek bikin.

Piştî gefên DAIŞ’ê li herêmên Iraq û Sûriyeyê êrişên şaneyan zêde bûn. Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên pêbawer ên ewlekariyê wergirtine, şaneyên DAIŞ’ê li parêzgeha Diyala, deşta Embar, Hedîsa û Qayîm xwe bi rêxistin dikin. Bi taybetî jî li xeta sînor a Iraq û Sûriyeyê bi awayekî çalak tev digerin. Hat gotin ku çete li van deran komên çêkirina teqemeniyan, komên xwekuj û komên çekdar amade dikin. Dîsa motor û wesayitên bombebarkirî amade dikin û plan dikin li hemberî girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê tê de ne û kampa Holê bi kar bînin.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê cebilxane û lojîstîkê zêde dikin, navendên leşkerî, depoyên çekan yên veşartî çêdikin.

XWE WEK ŞIVAN NÎŞAN DIDIN

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku çete li deverên Reqa û Dêrazorê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de, şaneyên veşartî ava kirine û xwe wek şivan nîşan didin. Çeteyan li van herêman li dijî hêzên hikumeta Şamê û hêzên nêzî Îranê gelek êriş pêk anîne. Li van deveran gelek cebilxane jî desteser kirine.

DEWLETA TIRK ÇETEYÊN DAIŞ’Ê XISTIN NAVA TEVGERÊ

Li gorî çavkaniyan dewleta Tirk a dagirker jî li herêmên dagirkirî (Efrîn, Serekaniyê û Girê Spî) û gundewarên Helebê çeteyên DAIŞ`ê xistine nava liv û tevgerê. Bi vê yekê hatiye plankirin ku çete wek şaneyên veşartî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên bicihkirin û li dijî kesayet, sazî û dezgehan êrişan pêk bînin. Her wiha rêveber û endamên DAIŞ’ê bi telîmatên Tirkiyeyê di nava komên din ên çeteyan de hatine bicihkirin. Li herêmên dagirkirî hin kesên bi hincetên cuda hatibûn girtin jî, bi şertê ku tev li komên çeteyan bibin hatine berdan.

ÊRIŞÊN ÇETEYAN

Li gel van plangerî û hewldanan, li herêmên Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çeteyên DAIŞ gelek êriş pêk anîn.

Li gorî daneyên ji hêzên ewlekariyê hatine wergirtin; ji 1`ê Çileyê 2024`an heta 30`ê Nîsana 2024`an çeteyên DAIŞ`ê 177 caran êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.

Ji destpêka sala 2024`an heta 5`ê Gulana 2024`an di êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li herêmên hikumeta Şamê de 37 welatî û 301 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin.

OPERASYON Û ÇALAKIYÊN HÊZÊN LEŞKERÎ

Li gorî heman daneyan li hemberî êriş û planên DAIŞ`ê; hêzên QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 1`ê Çileya 2024`an heta 30`ê Nîsana 2024`an, 31 operasyon li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xistin. Di encamê de 117 çete hatin girtin, 10 çete hatin kuştin û gelek cebilxane hatin desteserkirin.

Di 29`ê Çileya 2024`an de jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) operasyoneke ewlehiyê li bajarokê Hemrat ê li rojhilatê Reqayê li dar xist. Di operasyonê de 82 kesên destê wan di şer de hebû û hewl dida tevliheviyê li herêmê derxin, hatin girtin û gelek cebilxane hatin desteserkirin.

ANHA