‘Ji bo avakirina Sûriyeyeke dadperwer divê sûdê ji ezmûna Rêveberiya Xweser wergirin’

Endamê Tevgera Rêya Guhertina Aştiyane Cafer Elî diyar kir ku ji bo bidawîkirina krîza Sûriyeyê diyalogeke neteweyî ya berfireh hewce dike. Elî bal kişand ser girîngiya bikaranîna ezmûna Rêveberiya Xweser a demokratîk wek modeleke serkeftî ji bo avakirina welatekî dadperwer.

‘Ji bo avakirina Sûriyeyeke dadperwer divê sûdê ji ezmûna Rêveberiya Xweser wergirin’
8 cotmeh, 2025   05:10
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di 5’ê Cotmehê de hilbijartinên “Meclisa Gel” li dar xistin. Di pêvajoya hilbijartinan de pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkhateya Durzî hatin paşguhkirin. Derdorên siyasî diyar kirin ku ev hilbijartin dûrî îradeya gelê Sûriyeyê ne.

Endamê Tevgera Rêya Guhertina Aştiyane Cafer Elî der barê mijarê de got: "Civaka Sûriyeyê di serdemeke wêraniyeke mezin re derbas dibe û ji bo derbaskirina vê qonaxê divê kongreyeke diyalogê ya neteweyî ku beşên cuda yên civaka Sûriyeyê bîne cem hev, were lidarxistin.”

HILBIJARTINÊN LI SER ŞOPA REJÎMA BERÊ

Elî diyar kir ku rêbaza hilbijartinê ya ku ji hêla "desthilata de facto" ve hatiye pejirandin ji ya rejîma berê ne cuda ye, wê demê hemû hilbijartin ji bo berjewendiyên dewleta navendî dihatin irin, bêyî ku guh bide pirrengiyê.

Elî da zanîn ku hilbijartinên bi navê "Meclisa Gel" ên îro pir ne dûrî rêbazên rejîma berê ne, ev hilbijartin ne zalal in û nûnertiya rastîn a civakên cuda yên Sûriyeyê nakin, lewma ew hilbijartin heman şêweya rejîma berê ye lê bi formuleke nû ye.

GIRÎNGIYA DIYALOGA NETEWEYÎ Û EZMÛNA RÊVEBERIYA XWESER

Cafer Elî di dawiya gotinên xwe diyar kir ku ji bo bidawîkirina krîza Sûriyeyê diyalogeke neteweyî ya berfireh hewce dike û bal kişand ser girîngiya bikaranîna ezmûna Rêveberiya Xweser a demokratîk wek modeleke serkeftî ji bo avakirina welatekî dadperwer.

(k)

ANHA