Sara Ronahî: Mîrasa Rêvana Rojava û Arîn Mîrkan ji bo me hêz e

Berdevka Ragahandina YPJ`ê Sara Ronahî destnîşan kir ku fedaîtî û çalakiya hevrêyên wan Rêvana Rojava û Arîn Mîrkan ji bo wan û jinên cîhanê di asta fermanê de ye, divê piştî wê jin koletî û bindestiyê qebûl nekin.

Sara Ronahî: Mîrasa Rêvana Rojava û Arîn Mîrkan ji bo me hêz e
8 cotmeh, 2025   07:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê kesayet û bîranîna şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rêvana Rojava ku 27`ê Îlona 2014`an û fermandara YPJ`ê Arîn Mîrkan ku di encamê çalakiyeke fedaî de di 5`ê Cotmeha 2014`an de şehîd bûbûn, Berdevka ragahandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sara Ronahî ji ANHA`yê re axivî.

Sara Ronahî bal kişand ser kesayeta şehîd Rêvana Rojava û diyar kir ku ew jineke ciwan bû, di pêvajoya herî xeternak a Rojava de bi taybet di şerê Kobanê de ku bû destanek û got: “Kelecana heval Rêvana Rojava û biryardayîna wê ji bo têkoşînê û hêviya wê ya bilind a ji bo serkeftinê ev hemû gelek tişt di nava hêza me de îfade dikirin. Biryardariya pêkanîna çalakiya fedayî tiştek ji rêzê nîne, tişteke ku ne her kes dikare bike ye. Bi çalakiya xwe heval mezinbûna kesayeta xwe da îfade kir.”

`KOBANÊ BI RENGÊ ARÎN HATE NASKIRIN`

Di berdewama axaftina xwe de Sara Ronahî bal kişand ser şehîd Arîn Mîrkan jî û da zanîn ku ew beriya wê li qadên çiyayan de ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîn dida meşandin, bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jî dîsa ew berpirsyartiya parastina nirxê gelê xwe li ser milê xwe dît, heval Arîn di asta fermandartiyê de di avakirin û xurtkirina hêza YPJ`ê de pêşengtiyên pir xurt kirin û wiha gotineke Arîn Mîrkan anî ziman: “Heval Arîn beriya ku biçe çalakiyê vê gotinê dibêje “Jina Kurd hîn gotina xwe ya dawîn negotiye”. Heval Arîn bi çalakiya xwe gotina xwe ya dawî kir. Isbat kir ku dema jina Kurd gotina xwe ya dawî bike, wê tarîtiyê bişkîne, dîrokê bi roja îro re bike yek û pêşerojê ji bo gelê xwe ava bike. Heval Arîn bi jiyan, gotin û pratîka xwe îfadeya xwe kir, bi pratîka xwe di Kobanê de heqîqet kir yek, ji ber vê yekê di asta naventeweyî de Kobanê bi rengê Arîn hate naskirin.”

‘ÇALAKIYA HEVRÊYÊN WAN JI BO WAN FERMANEK E’

Sara Ronahî destnîşan kir ku xwedîderketina li bîranînên şehadetên yên hevrêyên wan ji bo wan girîng e, çalakiya hevrêyên wan Rêvana Rojava û Arîn Mîrkan jî ji bo wan di asta fermanê de ye. Çalakiya heval Arîn ne tenê ji bo jinên Kurd û pêkhateyên ku di Kurdistanê jiyan dikin, ji bo tevahiya jinên cîhanê fermaneke ku divê jin bi ti awayî koletiyê û bindestiyê li ser xwe qebûl nekin, hêz û îradeya jin dikare ne tenê keyset û bajarekî; dikare welatekî ava bike û ji bo tevahiya dunyayê bibe îlham. Sekina wan jî felsefeyeke jiyanê bû.

Sara Ronahî diyar kir ku wan bandor û teysandina çalakiya Rêvana Rojava û Arîn Mîrkan li ser cîhanê dît, li her deverên cîhanê jin rabûn ser piyan û jin ji vê çalakiyê hêz girtin. Bi sedan hevalên wan ev rê şopandin û bi sedan jinên ciwan ên ku ji bo bilindkirina têkoşînê navê Rêvana û Arîn li xwe kirin û berê xwe dane çeperan, niha jî bi heman rihî di çeperan de ji bo parastina welatê xwe cih digirin û wiha dom kir: “Ji bo tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi vî awayî ye, rihê Arîn Mîrkan li Kobanê hilat û ji bo tevahiya Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû hêzeke parastinê. Wê her dem mînakên me yên herî bilind bin, mîrasa ku wan daye avakirin wê ji bo me her dem hêza ku her dem em pêş de biçin be ye.”

Sara Ronahî da zanîn ku di vê sedsalê de tê dîtin ku êrişên ku li ser jinan tên kirin, ne ji rêzê ne. Di asta rih de tunekirina jin tê esasgirtin, bi salane ev polîtîka li ser jin hate meşandin. Ji bo ku jin ji mafê wê dûr bixin, bi salane polîtîkayên helandin, tunekirin û bê maf hiştin tenê di malê de hiştin li ser jin tê ferzkirin, lê êdî bi sekna hevrêyên wan ên qehrewman re heta asteke bilind ev hate şikandin. Jin ji nava malan ve û sînorên kevneşopî yên feodal derxistin, êdî di gelek qadan de jin kirin pêşengên sereke.

(sb/fr)

ANHA