‘Pêkanîna demokrasiyê li Sûriyeyê bi naskirina cihêrengiyê ve girêdayî ye’

Siyasetmedar û çalakvanên jin ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku rêya çareseriya krîza Sûriyeyê pejirandina sîstemeke demokratîk a dûrî navendîbûn û zordariyê ye.

‘Pêkanîna demokrasiyê li Sûriyeyê bi naskirina cihêrengiyê ve girêdayî ye’
8 cotmeh, 2025   06:20
REQA
DÎMA MIHEMED

Endamên Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbiya ji ajansa me re li ser krîza siyasî û civakî ya heyî ya li Sûriyeyê û awayên çareseriyê axivîn. Jinan bal kişand ser rola girîng a jinan di hemû pêvajoyên siyasî de.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Raniya El Xidir got: "Demokrasî li ser bingeha beşdariya gel û pêkanîna mafan tê avakirin. Ew ne tenê mekanîzmayeke hilbijartinê ye. Ew sîstemeke berfireh e ku li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û pêkanîna mafên çandî û siyasî yên hemû pêkhateyan tê avakirin.”

Raniya El Xidir wiha dewam kir: "Projeya demokratîk li Sûriyeyê tenê bi naskirina cihêrengiyê û avakirina destûrek dadperwer, pêkan e, destûreke ku wekheviyê biçesipîne û rê li ber serdestiya aliyekî li ser aliyekî din bigire.”

Endama Meclisa Kombûna Jinnan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Sabrîn El Samir diyr kir ku şerê berdewam û destwerdanên biyanî “sedemên herî berbiçav ên negihîştina çareseriyek siyasî û avakirina Sûriyeyek demokratîk in”.

Sabrînê got: “Ji bo serkeftina banga aştiyê û civakek demokratîk rola jinan pir girîng e, ji ber ku ew dikarin pirên baweriyê di navbera pêkhateyan de ava bikin û çanda jiyana hevbeş belav bikin.”

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Îtab El Omer diyar kir ku gava yekem ber bi aştiya mayînde ve nivîsandina destûrek e ku nenavendîbûn û mafên kêmneteweyan diparêze ye. Her wiha destpêkirina diyalogeke neteweyî ya berfireh ku hemû pêkhate bêyî cudahî beşdar dibin.

Îtab El Omer da zanîn ku ezmûna Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modela herî guncaw e ji bo çareseriyê, ji ber pirrengiya wê, jiyana aştiyane û beşdariya berfireh a jinan di hemû waran de.

Îtab El Omar di dawiya axaftina xwe de got: "Xurtkirina rola jinan û beşdariya wan a wekhev di jiyana siyasî, civakî û aborî de stûneke bingehîn e ji bo avakirina civakeke demokratîk li Sûriyeyê.”

(k)

ANHA