Îsraîlê gundewarên Quneytîrayê topbaran kir

Artêşa Îsraîlê duh bi şev careke din gundewarê başûrê Quneytîrayê topbaran kir.

Îsraîlê gundewarên Quneytîrayê topbaran kir
3 gulan, 2026   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), artêşa Îsraîlê duh bi şev daristanên devera Kodnayê ya gundeawrê Quneytîrayê û herêma Tel Ehmer Şerqî bi obîsan topbaran kirin. 

Hate zanîn ku di encama topbaranê de zerarên madî çêbûne.

1'ê Gulanê jî hêzên Îsraîlê bi 5 guleyên obîsan rojavayê bendava Mentera ya stratejîk topbaran kiribû. Di encamê de zerarên madî gihiştin zeviyên çandiniyê yên derdorê.

(bb)