Xelkê Girkê Legê: Mafê zarokên me ye ku bi zimanê dayikê bixwînin

Malbatên xwendekarên ji Girkê Legê nerazîbûna xwe li dijî biryara kêmkirina saetên xwendina bi zimanê kurdî nîşan da û got ji mafê zarokên wan e bi zimanê dayikê bixwînin.

Xelkê Girkê Legê: Mafê zarokên me ye ku bi zimanê dayikê bixwînin
11 îlon, 2026   07:55
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYID

Li gel daxwazên parastina ziman û çanda kurdî, malbatên xwendekarên ji bajarê Girkê Legê yê herêma Cizîrê nerazîbûna xwe li hember biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya perwerdeya bi zimanê kurdî di hefteyê de 3 waneyan, nîşan da. Malbatan da zanîn ku ji mafê zarokên wan e bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û daxwaz kir ku zimanê kurdî bibe zimanekî fermî û bêyî qeydan pewerdeya wî berdewam be.

Îbrahîm Omer got: “Ji mafên herî hêsan ên malbatên xwendekaran zarokên wan bi zimanê xwe yê dayikê yê Kurdî biaxivin, bixwînin, binivîsin û perwerde bibin. Em 3 waneyan di hefteyê de qebûl nakin. Ji ber ku zimanê me hebûn û nasnameya me ye.”

Omer di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Zimanê kurdî ne tenê waneyeke perwerdeyê ye, lê beşeke çand û dîroka me ye. Ji mafê zarokên me ye parastina wê bikin. Em dixwazin zarokên me bi zimanê xwe ve girêdayî bin. Ji lew re banga me ye ku ev biryar were guhertin û rêz ji mafê me re were girtin.”

Hediye Omer jî got: “Em zimanê xwe yê kurdî dixwazin, em qebûl nakin ku di hefteyê de tenê 3 wane bin. Divê ev biryar were guhertin. Ji ber ku zimanê kurdî beşeke çand û nasnameya me ye.”

Hediye wiha anî ziman: “Em dixwazin ev maf derbasî nifşê bê jî be, zarokên me bi ziman, çand, adaet û kevneşopiyên xwe ve girêdayî bin. Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn a zarokan e. Em dixwazin zimanê Kurdî di dibistanên me de hebe, heta ku nifşên bê ziman û mîrasa xwe biparêzin.”

Hisên Seîd jî diyar kir: “Em dixwazin zimanê me yê dayikê parastî be. Ev mafê zarokên me ye û em dixwazin bi zimanê xwe yê kurdî perwerde bibin, bixwînin û binivîsin. Em ji hikumeta veguhêz dixwazin ku li vê biryarê vegere.”

Seîd di dawiyê de got: “Em rêzê ji hemû ziman û pêkhateyan re digirin, tu zimanan red nakin. Lê di heman demê de em dixwazin zarokên me bi zimanê xwe yê kurdî fêr bibin.”

(f)

ANHA