Îsraîlê navendên Hizbullah a Lubnanê bombebaran kirin

Hate ragihandin ku Îsraîlê li herêma Balbek a Lubnanê baregehên Hizbullah bombebaran kirine.

Îsraîlê navendên Hizbullah a Lubnanê bombebaran kirin
7 nîsan, 2024   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê vê sibê ragihand ku 3 êriş li herêma Balbek a Lubnanê pêk aniye û 3 binesaziya yekîneya parastina hewayî ya Hizbullahê Lubnanî kiriye hedef.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee di daxuyaniyê de got, balafirên şer duh bi şev, navendeke leşkerî û 3 binesaziyên leşkerî yên yekîneya parastina hewayî ya Hizbullah a Lubnanî yên li herêma Balbekê bombebaran kirine. Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku ev êriş wekî bersiva xistina balafira bi mirov a Îsraîlê li Lubnanê ku duh pêk hatibû şîrove kir.

Dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê jî ragihandin ku Îsraîlê 4 caran êriş 2 dever li herêma Balbek a rojhilatê welêt kiriye.

Li gorî Reutersê ku agahiyên xwe ji 2 çavkaniyên ewlehiyê yên Lubnanê wergirtiye, Îsraîlê duh bi şev êriş herêma Balbek kiriye.

Hate ragihandin ku Îsraîlê herêma El Sefrî û girên bajarokê Centa Cirûdî El Nebî El Şît bombebaran kiriye.

Hizbullah a Lubnanê ragihandibû ku wê balafireke bêmirov a Îsraîlê xistiye xwarê.

(şx)