Rayedarên Îsraîl û Hemasê wê îro li Qahîreyê bicivin

Têkildarî şerê li Hemasê û pevguhertina dîlgiriyan wê îro li paytexta Misir Qahîreyê toreke nû ya diyalogan dest pê bike.

Rayedarên Îsraîl û Hemasê wê îro li Qahîreyê bicivin
7 nîsan, 2024   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi armanca şerê Hemas û Îsraîlê bi dawî bibe û her du alî der barê pevguheretina dîlgirtiyan de bighêjin lihevkirinekê, wê îro li Qahîreyê toreke nû ya diyalogan dest pê dike.

Çav li rêye ye serokê dezgeha îstixbarata Îsraîlê (Mossad) David Barnea û serokê Dezgeha Ewlekariya Giştî ya (Shin Bet) Ronan Bar  nûnertiya şandeya Îsraîlê bikin, biçin paytexta Misirê Qahîreyê. Her wiha dê serokê Îstîxbrata Navendî ya DYA’yê (CIA) William Burns û Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdullah Al Sanî jî beşdarî diyalogan bikin.

Hemasê duh ragihand ku li ser daxwaza Misirê şandeya wê  bi serokatiya Xelîl El Heye biçe Qahîreyê da ku beşdarî diyalogan bibe. Hemas da zanîn ku ew bi daxwaza ya agirbesta daîmî, vekişandina hêzên Îsraîlê ji Xezayê, vegera koçberan li warê xwe, tevgera azad a Filistîniyan û alîkariya bi wan re girêdayî ye.

(bb)