Îsraîlê li Lubnanê êriş pêk anî

Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku Îsraîlê 2 caran derdora bajarê Balbek ê Lubnanê bombebaran kiriye. Ji destpêka şerê li Xezayê ev care yekemîn e Îsraîlê rojhilatê Lubnanê bombebaran dike.

Îsraîlê li Lubnanê êriş pêk anî
26 sibat, 2024   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reuters`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ewlehiyê, Îsraîlê 2 caran derdora bajarê Balbek ê Lubnanê bombebaran kir. Ji destpêka şerê li Xezayê ve ev cara yekemîn e ku  Îsraîlê rojhilatê Lubnanê bombebaran dike.

Li gorî AFP`yê ku ew jî agahiyên xwe dispêre 2 çavkaniyan, di êrişa Îsraîlê de herî kêm 2 endamên Koma Hizbullahê Lubnanî hatine kuştin.

Her wiha AFP`yê da zanîn ku Îsraîlê di bombebaranê de avahiyeke girêdayî saziyeke sivîl a Hizbullahê li taxên bajarê Balbekê kiriye hedef.

Medyayên  xwecih ragihandin ku Îsraîlê bi balafireke bêmirov û biçek êriş kiriye.

Hizbullah daxuyaniyek da û ev agahî parve kir: "Yekîneyên parastina hewayî li herêma El Tufah balafireke bêmirov a ji cureya Hermus 450 a Îsraîlê bi moşekekê xistiye xwarê."

(şx)