Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku ji endamên wan Şahêr El Sultan li Dêrazorê şehîd bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir
26 sibat, 2024   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji endamên hêzên şehîd Şahêr El Sultan 8`ê Sibatê li Dêrazorê şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Endamê me Şahêr El Sultan roja şemiyê 8’ê Sibatê dema erka xwe li hember gel û axa xwe li kantona Dêrezorê bi cih tanî, hate hedefgirtin û di encamê de şehîd bû.

Şehîd Şahêr ji bo xizmeta welatê xwe tevlî refên hêzên me bû. Bi hemû hêz erkên xwe bi cih tanî û ji bo xatirê welatê xwe bi hemû şiyana xwe şer kir. Bi exlaqê xwe û bi ruhê xwe yê hevaltiyê bilind û bi hesta berpirsyariya xwe ya ji bo parastina çanda kevnar a welatê xwe dihat naskirin."

Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nav û paşnav: Şahêr El Sultan

Navê Bav: Mihemed

Navê Dayikê: Fitêm

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Dêrazor 1/3/2018

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazorê 08.02.2024

 (şx)

ANHA