4 belavkarên madeyên hişbir hatin girtin

Li bajarê Reqayê 4 belavkarên madeyên hişbir ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin.

4 belavkarên madeyên hişbir hatin girtin
26 sibat, 2024   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîna  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li kantona Reqayê 4 belavkarên madeyên hişbir girtine û 164 hezar hebên captagon ên hişbir desteser kirin.

Li gorî daxuyaniyê, Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi operasyonekê ku 20’ê Sibatê (2024) li bajarê Reqayê pêk anîbû, 4 belavkarên madeyên hişbirê binçav kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 164 hezar hebên captagon li cem belavkaran hatin dîtin, hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê "Di lêpirsînê de de diyar bû ku kesên hatine binçavkirin heb ji bajarê Himsê dianîn herêmên me da ku derbasî derveyî herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyeyê bikin."

(bb)