Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek kir hedef: 2 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyeke şîrketekê ku girêbest bi UNIFIL’ê re çêkiriye, kir hedef. Di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek kir hedef: 2 kes hatin kuştin
2 îlon, 2024   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa National a Lubnanê (NNA) artêşa Îsraîlê li ser rêya Naqura li navçeya Siwer a li başûrê Lubnanê, erebeyek kir armanc. 

Medyaya Lubnanê ragihand ku erebeya hatiye hedefkirin, a şîrketekê ye ku bi UNIFIL’ê re girêbest çêkiriye.

Hate diyarkirin ku di encama êrişê de 2 kes hatine kuştin.

(bb)