Li Derayê piştî ku jinek hat destgîrkirin tevlihevî derket

Hêzên hikumeta Şamê li ser sînorê bi Urdinê re jinek destgîr kir. Piştî bûyerê tevlihevî li Derayê derket.

Li Derayê piştî ku jinek hat destgîrkirin tevlihevî derket
2 îlon, 2024   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Derayê alozî û tevliheviya ewlehiyê dewam dikin.

Li gorî SOHR’ê, hêzên hikumeta Şamê jineke 50 salî ya ji Derayê li ser sînorê Urdinê destgîr kir. SOHR’ê diyar kir ku jina ku tawana li dijî wê nehatiye zanîn sewqî şaxên ewlehiyê hatiye kirin.

Hate diyarkirin ku komên çekdar ên xwecih ên li Derayê ji bo serbestberdana jina destgîrkirî saetek muhlet da hêzên hikumeta Şamê û şandeyek ji şênî û eşîrên Derayê jî hat avakirin.

Hate zanîn ku ji ber bûyera destgîrkirina jinê tevlihevî û alozî li herêmê derketiye.

Beriya hefteyekê hêzên hikumeta Şamê ciwanek ji Derayê revandibû, çekdarên xwecih ji bo serbestberdana ciwanî muhlet dabû hêzên Şamê. Piştî bidawîbûna muhletê ciwan nehat berdan. Li ser vê yekê çekdaran duh nuqteyên hêzên Şamê dorpêç kirin.

(bb)