Gerîla TV dîmenê Çalakiya Yekîneya Şehîd Axîn Mûş weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyekê ku ji aliyê Yekîtiya Şehîd Axîn Mûş ve hate kirin û di encamê de wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Toyota hate îmhakirin weşand.

Gerîla TV dîmenê Çalakiya Yekîneya Şehîd Axîn Mûş weşand
2 îlon, 2024   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

“Çalakiya Yekîneya Şehîd Axîn Mûş 26'ê Tebaxê saet di 12:47'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş li dijî dagirkeran çalakiyeke hewayî pêk anî. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Toyota hate îmhakirin û dagirkerek birîndar bû."