Îsraîlê keşiyên alîkariya Xezayê asteng kirin

Hate ragihandin ku hêzên deryayî yên Îsraîlê keşiyên alîkariyê yên ber bi Xezayê ve diçûn asteng kirin.

Îsraîlê keşiyên alîkariya Xezayê asteng kirin
2 cotmeh, 2025   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsên flotîla (komkeştî)alîkariya Xezayê duh bi şev bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên deryayî yên Îsraîlê keştiyên wan sekiandine.

Li gorî daxuyaniyê "Saet derdorî 17.30’an li gorî dema GMT’yê,  Alma û Sirius di nav de gelek keştiyên flotîla Simûd di ava navneteweyî de bi awayekî ne qanûnî ji aliyê hêzên dagirker ên Îsraîlê ve hatin astengkirin û desteserkirin."

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê diyar kir ku hin keştiyên ji flotiliya alîkariya Xezayê "bi ewlehî hatine rawestandin."

(bb)