Fîloya Sumudê rêya xwe didomîne

Fîloya Sumudê ya Cîhanî, ku di destpêka meha Îlonê de ji Spanyayê ji bo alîkariya mirovî ji Xezeyê re bi rê ket, ligel destwerdana Îsraîlê jî, rêya xwe didomîne.

Fîloya Sumudê rêya xwe didomîne
2 cotmeh, 2025   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Fîloya Sumudê, ku ji nêzîkî 45 keştiyan pêk tê û bi sedan çalakvanên ji zêdetirî 40 welatan hildigire, wekî "mîsyoneke alîkariya mirovî ya aştiyane" tê binavkirin.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê, ragihand ku hêzên wan ên deryayî êvara 2’yê Cotmehê, pêşî li hin keştiyan girtine. Berdevkê Fîloyê Saif Abukeshek, jî ragihand ku di 13 keştiyan de herî kêm 200 kes hene û got ku di nav wan de çalakvan Greta Thunberg jî cih digire.

Rêveberiya fîloyê, mudaxeleya Îsraîlê wekî "êrîşek neqanûnî li ser dilxwazên bêçek" bi nav kir û bang li civaka navneteweyî kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî hemû astengiyên Îsraîlê jî 30 keştî hîn jî di rê de ne.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, diyar kir ku keştî li peravên Misrê ji aliyê Îsraîlê ve hatine girtin û daxwaza ewlehiyê û vegera welatiyan kir.

Fîloya ku ji Spanyayê derket rê, navê xwe ji peyva erebî "sumud" digire, ku tê wateya "berxwedan."

NERAZÎBÛN

Li ser mudaxeleya Îsraîlê, li Romayê, Mîlano, Turîn û Napolî yên Îtalyayê û li Barcelona û Madrîdê yên Spanyayê çalakiyên protestoyî hatin lidar xistin. Her wiha çalakiyên hevgirtinê jî li Atîna, Stenbol, Enqere, bajarê Meksîko û Buenos Airesê jî hatin lidar xistin.