Balafira şer gundewarê Siwêdayê bombebaran kir

Balafireke şer gundewarên rojhilatê Siwêdayê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de ziyanên madî çêbûn.

Balafira şer gundewarê Siwêdayê bombebaran kir
3 gulan, 2026   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji Siwêdayê ragihandine, duh balafireke şer mala şêniyê bi navê Husam El Şair bombebaran kir. Di encama bombebaranê de ziyanên madî çêbûn.

Her wiha balafira şer ku nehat zanîn ya kijan welatê ye, herêma Selxedê ya gundewarê başûrê Siwêdayê jî hat bombebarankirin. Der barê encamên bombebaranê de agahî nehatin bidestxistin.

(bb)

ANHA