Îsraîlê fermana rûxandina tevahî tunelên Hemasê da

Hikumeta Îsraîlê ferman da artêşê ku tevahî tunelên Hemasê yên li Xezayê birûxîne.

Îsraîlê fermana rûxandina tevahî tunelên Hemasê da
7 mijdar, 2025   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îro ragihand ku wî ferman daye artêşê ku tevahî tunelên Hemasê yên li Xezayê îmha bike.

Li gorî rojnameya Yediot Aharonot a Îsraîlê, Katz li ser hesabê xwe yê X’ê got: "Eger tunel tune nebin, Hemas jî tune nabe."

Katz meha borî gotibû operasyona "bêçekkirina Xezayê" ne tenê bi bêçekkirina komên çekdar ve sînordar e, di heman demê de wêrankirina tevahî tora tunelên Hemasê digire nava xwe.

Artêşa Îsraîlê di Cotmeha borî de gotibû, hîn jî endamên Hemasê li aliyê rojhilatê Xeta Zer (ji sedî 53’yê Xezayê ya di bin kontrola Îsraîlê de) xwe di tunelan de veşartiye.

(bb)