Îsraîlê êriş bendera El Hudeyda ya li Yemenê kir

Kanala girêdayî Hûsiyan ragihand ku artêşa Îsraîlê bendera Hudeydayê 12 caran bombebaran kiriye. Kanala 12 a Îsraîlê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyek îsraîlî, ragihand ku armanca êrişan bendera Hudeydayê heta çend hefteyan bê girtin.

Îsraîlê êriş bendera El Hudeyda ya li Yemenê kir
16 îlon, 2025   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala El Mesîra ya Husiyan ragihand ku artêşa Îsaîlê êrişî Bendera El Hudeyda ya Yemenê kir.

Heman kanalê anî ziman ku artêşa Îsraîlê 12 êrişan bender bombebaran kiriye.

Berdevkê Leşkerî yê El Husiyan eşkere kir ku pergala parastinê ya hewayî bersiva êrişên balafiran daye.

Kanala 12 ya Îsraîlê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyek îsraîlî diyar kir ku armanca êrişan rawestandin bendera El Hudeyda ji bo çend hefteyan e.

Her wiha beriya êrişê artêşa Îsaîlê “hişyariyeke lezgîn” dabû ku benderê vala bikin.

(ac/şx)

ANHA