li Îranê di 16 rojan de 126 kes hatin darvekirin

Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” bi daxuyaniyekê ragihand ku ji serê meha Îlonê ve 126 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin. Kampanyayê hemû şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jî bibîr anî.

li Îranê di 16 rojan de 126 kes hatin darvekirin
16 îlon, 2025   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 86’an de daxuyaniyek belav kir. 

Kampanyayê ewil hemû şehîdên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibîr anî û ragihand ku tevî êrişan jî berxwedana li kolanan dewam dike.

Kampanyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji serê vê mehê (Îlon) ve, zêdetirî 126 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.

Hate gotin ku rêjeya darvekirinan binpêkirinên dijî mafê mirovan hîn zêdetir radixe ber çavan û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku dijî darvekirinan êdî xwedî helwest bin.

Kampanyayê cezayê darvekirinê yê ji bo girtiyên Kurd Pijman Tebrîzî û Nasir Bekirzade hatine dayîn jî, şermezar kir û bang li hemû çalakvanên mafê mirovan kir ku dijî biryarê derkevin.

Hêjayî gotinê ye di 9’ê Kanûna 2023’yan de kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ji aliyê girtiyên siyasî ên li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve, ji bo ku dengê azadîxwazan li dijî cezayê darvekirinê derbixînin hate destpêkirin.