Îsraîlê dîsa êrişî Xezayê kir

Îsraîlê êrişeke nû ya hewayî li ser Xezayê pêk anî.  Wezîrê Ewlekariya Neteweyî yê Îsraîlê banga ji nû ve destpêkirina şer kir.

Îsraîlê dîsa êrişî Xezayê kir
19 cotmeh, 2025   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Îsraîlê ragihand ku artêşê êrişek li ser Xezayê daye destpêkirin. li raporên medyayê "piştî ku di navbera artêşê û hin çekdaran de pevçûn derket, hêza hewayî êrişî deverên li Refahê li başûrê Xezayê kir."

Îsraîlê bi Hamasê derbarê binpêkirina peymana agirbestê de tewanbar kir.

Wezîrê Ewlekariya Neteweyî yê Îsraîlê Îtamar Ben-Gvir jî bang li Serokwezîr Benjamin Netanyahu kir ku ferman bide artêşa Îsraîlê ku bi tevahî şerê li Xezayê ji nû ve dest pê bike.

Ben-Gvir li ser hesabê xwe yê X`ê got: "Ez bang li serokwezîr dikim ku ferman bide artêşa Îsraîlê ku bi tevahî şerê li Xezayê ji nû ve dest pê bike."

Ben-Gvir wiha zêde kir, "Divê rêxistina terorê ya Nazî bi tevahî were tunekirin  û çiqas zûtir be, ewqas çêtir e."

(k)