Pileya germahiyê dadikeve û rewşa hewayê diguhere

Li tevahî herêmên Sûriyeyê pleya germahiyê kêm dibe, heta dadikeve kêmî rêjaye xwe ya salane ya di vê demê de. Li aliyê din rewşa hewayê di navbera ewir û sayî de pir tê guhertin.

Pileya germahiyê dadikeve û rewşa hewayê  diguhere
19 cotmeh, 2025   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li tevahî herêmên Sûriyeyê pleya germaniyê dadikeve kêmî rêjeya xwe ya salane, rewşa hewayê jî di navbera sayî û ewir de pir tê guhertin.

Mudurê Giştî yê Şopandina Rewşa Hewayê destnîşan kir ku rewşa hewayê tê guhertin û tê payîn li herêma Perava Sûriyeyê baran bibare. Dibe carna birûsk jî çê bibe. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çola wê rewşeke bi toz a girtî derbas dibe.

Di saetên şevê de dê rewşa hewayê ber bi sermayê ve biçe. Bi taybet li herêmên çiyayî dê rêjeya sermê  zêdetir be. Şilahiya di ezman de zêde dibe û ihtîmala mij çêbibe heye. bi taybet li herêma Qelemûn û beşek ji çola Sûriyê û aliyek ji bakurê welat.

Rewşa hewayê piranî ji aliyê rojava be. Li herêmên Perava û Bakur û Rojavayê welat dê  berê ba  ji rojava başûr be. Li herêmên başûr jî dê ba ji bakur rojava be. Li bakur û rojhilatê Sûriyê û çola welat jî dê ba kêm û bi ser hênkayê ve be. Li herêma Deryayî jî dê hêza pêlên navîn û bilind be.