Hêzên Îsraîlê ketin gundewarê Quneytrayê

Yekîneyeke hêzên Îsraîlê kete gundê Seyda El Hanût yê gundewarê Quneytrayê û bendê kontrolê danî.

Hêzên Îsraîlê ketin gundewarê Quneytrayê
19 cotmeh, 2025   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, îro sibehê Yekîneyeke hêzên Îsraîlê ku ji 10 wesayitên leşkerî pêk dihat kete gundê Seyda El Hanût yê gundewarê Quneytrayê.

Li gorî SOHR`ê hêzên Îsraîê bi qasî saetekê bendê kontrolê danî û ji şêniyên herêmê pirsîn ka çek li herêmên hene yan na, paşê ji herêmê derketin.

(k)