Îsraîlê careke din êrişî başûrê Lubnanê kir

Artêşa Îsraîlê 5 êrişên hewayî li başûrê Lubnanê pêk anî. Di encamê de zerarên mezin ên madî çêbûn.

Îsraîlê careke din êrişî başûrê Lubnanê kir
6 hezîran, 2024   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê barbanga îro saet navbera 01.00 û 04.00’an, 5 êrişên hewayî li başûrê Lubnanê pêk anîn.

Li gorî rojnameya El Nehar a Lubnanê, gund û bajarokên li başûrê yên nêzî sînor û herêma bakurê çemê Lîtanî hatin hedefkirin.

Rojnameyê diyar kir ku êrişa yekemîn li bajarokê Edîsa yê beramberî baregeha Miskafê ya giştî hat kirin, di encamê de şewat li nêzî burceke şirketa Alfa pêk hat. Her wiha diyar kir ku piştî êrişa yekemîn deverên navbera bajarokên Beyt Yahûn û Konîn hatin hedefkirin.

Li gorî rojnameyê di êrişa sêyemîn a li bajarokê Sedîqeyîn ê başûrê bajarê Siwerê avahiyek hat bombebarankirin, li ser rêya Geliya Cîlo ya navbera Coya û Teyrdeba li nêzî bajwarê Siwerê jî avahiyek 3 qat ku ji diknan pêk tê, hat hedefkirin. Rojnameyê destnîşan kir ku di encamê de avahî hilweşiya û dikan û avahiyên derdorê qelişîn.

Rojnameyên diyar kir ku li navçeya Nebetiyê ya bakurê çemê Lîtanî avahiyek hat hedefkirin.

Çapemeniya Lubnanê heta niha tu agahî der barê windahiyên canî de parve nekirine.

(bb)