Li kantona Cizîrê çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

Di operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li gundewarê kantona Cizîrê çeteyek DAIŞ’ê hat girtin.

Li kantona Cizîrê çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin
Li kantona Cizîrê çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin
Li kantona Cizîrê çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin
Li kantona Cizîrê çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin
6 hezîran, 2024   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê operasyonê û girtina çeteyê DAIŞ’ê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyakirin ku Hêzên Ewlehiya Giştî bi beşdariya Hêzên Taybet (H.A.T) roja sêşemê (4’ê Hezîranê) operasyonek li gundê Deşîşe li dar xist.

Hate gotin, endamên Hêzên Ewlehiya Giştî û endamên Hêzên Taybet (H.A.T) piştî  şopandin, lêkolînkirin û tevgerkeke bi baldarî girtin ser cihê çeteyê DAIŞ’ê. Di operasyonê de çete hate girtin, her wiha miqdara çekan û telefonên destan ên bi çete re hatin desteserkirin.

(bb)