Îsraîlê burca El Muştefa bombebaran kir

Piştî çend saetan ji daxuyaniyên wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ku wê "deriyên dojehê" li Xezayê veke, artêşa Îsraîlê burca El Muştefa ya li rojavayê Xezayê bombebaran kir.

Îsraîlê burca El Muştefa bombebaran kir
5 îlon, 2025   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî çend saetan ji daxuyaniyên wezîrê parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ku ew ê" deriyên dojehê" li Xezayê veke, artêşa Îsraîlê burca El Muşteha ya bilind a li rojavayê bajarê Xezayê bombebaran kir.

Li gorî ku Skya Newsê agahî ji xelkê herêmê girtine, ji wan hat xwestin ku burcê vala bikin ku wê êrişeke asîmanî li dijî wê pêk bê.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz li ser X'ê peyamek weşand û diyar kir ku li Xezeyê 'deriyên dojehê' vebûne û li bajarê Xezeyê wê oprasyonên leşkerî giran bibin.

Katz nivîsî, "Li Xezeyê kilîda deriyên dojehê vebû" û ragihand ku ji bo avahiyeke ji gelek qatan pêk tê fermana destpêkê ya veguhestinê hatiye dayin. Artêşa Îsraîlê ev bang hîn ji raya giştî re eşkere nekir.

Katz got, "Dema ku derî vebû wê careke din neyê girtin û artêşa Îsraîlê wê karê xwe zêde bike" û hişyarî da Hamasê: "Ji bo bidawîkirina şer şert û mercên Îsraîlê qebûl bikin, yanî beriya her tiştî berdana hemû dîlgirtiyan û bêçekbûn, yan jî tine bibin."

Bi daxuyaniyek fermî artêşa Îsraîlê daxuyand ku tevgera Hemasê ev burc ji arastekirina êrişên xwe li dijî hêzên wê bi kar dianî û da zanîn ku di bin bucr de tonel hene, ji bo kemîn û rêyên qaçaxçîtiyê hatine bikaranîn.

RÊVEBERIYA BURCÊ TAWANÊN ÎSRAÎLÊ DEREWANDIN

Li aliyekî din jî rêveberiya burcê tawanên Îsraîlê yên bikaranîna burcê ji bo armancên leşkerî yekcar qebûl nekirin û derewandin.

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Hemasê Izet El Reşiq got "Hewldanên dijmin ên rewakirina êrişa dijî burcê û wêrankirina bajarê Xezayê bi îdaiyên derew, hincetên aşkera ne."

(fr)