Di qonaxa 4ˊan a operasyona li Holê de rola jinan

Şervanên YPJˊê û endamên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di qonaxa 4ˋan a Operasyona "Mirovî û Ewlehî" de roleke aktîv di aliyên ewlehî û mirovî de pêk tînin.

5 îlon, 2025   15:40
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎM-DIYAR EHMED

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Yekitiya Parastina Jin (YPJ), bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî, îro (înê), qonaxa 4ˊan a Operasyona "Mirovî û Ewlehî" li kampa Holê da destpêkirin. Armanc ji vê operasyonê parastina şêniyan û misogerkirina jîngeheke ewle ji bo xebitîna rêxistinên mirovî ye.

Şervanên YPJˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi çalakiyek mezin tev li vê operasyonê bûne. Bi vê yekê ew pabendiya xwe ya beşdarbûna aktîv di hemû erkên ewlehî û mirovî li hundirî kampê de ji dema avakirina wê ve diyar dikin.

Girêdayî mijarê, Fermandariya YPJˊê Bêrîtan Hesekê diyar kir ku bi armanca bêbandorkirina şaneyên çeteyên DAIŞˊê yên ku hewl didin ji nû ve xwe di hundirî kampê de bi rêxistin bikin û tirsê di nava niştecihan de belav bikin, ev operasyon hat destpêkirin.

Bêrîtan destnîşan kir ku YPJˊê di vê operasyonê de roleke pêşeng dilîze û got: "Piranî jinên di kampê de xwedî fikrên tundraw in û hewl didin wan di nava zarokên xwe de belav bikin û ˋEşbal El Xîlafêˊ ava bikin."

Bêrîtan anî ziman ku destpêkirina qonaxa 4ˊan a operasyonê bi pêşengiya jinan rola wê ya bingehîn û aktîv a jinan di rûbirûbûna fikra tundraw de nîşan dide û anî ziman ku : "Erkên YPJˊê ne tenê parastina jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, lê bi sekna li dijî zihniyeta tundraw û zordar parastina jinên li seranserî cîhanê dike."

(fr)

ANHA