Îsraîl ji Nexweşxaneya Şîfa vekişiya

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê ji Nexweşxaneya Şîfa vekişiyaye û bi dehan cenaze lê hatin rakirin.

Îsraîl ji Nexweşxaneya Şîfa vekişiya
1 nîsan 2024   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê di 18’ê Adarê de operasyoneke leşkerî li dijî Nexweşxaneya Şîfa ku navenda herî mezin a tenduristiyê ya li Xezayêye dabû destpêkirin. Rayedarên Îsraîlê îdia kiribû ku endamên Hemasê di nexweşxaneyê de hene, lewra operasyon dane destpêkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Îsraîlê ji Nexweşxaneya Şîfa vekişiya, lê avahiyên wê şewitandine û wêran kirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê diyar kir ku bi dehan cenaze ji navendê derxistine û diyar kir hinek cenaze heliyabûn û hinek ji wan bi tank û buldozeran pêpes kirine. Her wiha hate gotin: "Tevahî avahiyên nexweşxaneyê hatin şewitandin; morga miriyan, qad û korîdorên nexweşxaneyê zirar dîtin."

Artêşa Îsraîlê agahiyên li ser vekişandina wê ya ji nexweşxaneyê piştrast nekirine.

 Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyeke berê de gotibû zêdetirî 200 endamên Hemasê li nexweşxaneyê “tune kirine”.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) duh (Yekşem) ragihandibû ku di nexweşxaneyê de 107 nexweş û 50 xebatkarên tenduristiyê hene.

Rêveberê giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus, ragihandibû ku destpêka operasyonê ve 21 nexweş li Nexweşxaneya Şîfayê mirine.