Der barê madeyên hişbir de semîner tên dayîn

Bi dirûşma “Welatê bê madeyên hişbir” di bin sîwana Tevgera Civaka Demokratîk a Efrîn û Şehbayê de rêzesemîner têkildarî metirsiyên madeyên hişbir tên dayîn.

Der barê madeyên hişbir de semîner tên dayîn
1 nîsan, 2024   11:04
ŞEHBA

Di bin sîwana Tevgera Civaka Demokratîk de Desteya Perwerde û Hîndekariyê, Rewşenbîrên Efrîn û Şehbayê li seranserî kantona Efrîn û Şehbayê semînerên têkildarî zirarên madeyên hişbir tên dayîn.

Semîneran 19’ê Adarê dest pê kir û dê hê berdewam bikin.

Rojbîn Cime ya mamosteya zimanê kurdî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li bikaranîna hişbirê divê gel û ciwan bi erka xwe rabin û wiha got: “Li cîhanê madeyên hişbir bi madeyên herî xeternak tên naskirin. Bi birina wê madeyê laşê mirov fêrî wê dibe, nema dikare bêyî wê îdare bike. Divê her ciwanek ji aliyê xwe ve, mirovên van madeyan dibin bişopînin û li gorî wê nêz bibin, şîretê li wan bikin û dûrî wan bixin.”

Rojbîn di dawiyê de îşaret bi girîngiya têkoşîna li dijî hişbirê û zêdekirina semînerên hişyarkirinê kir û got: “Em ê encamên baş ji hemleyê bigirin.”

Her wiha xwendekarê bi navê Yûsif Şêxo jî wiha got: “Gava herî baş ku di nava civakê û bi taybet xwandekar û ciwanan de tê avêtin, ji bo pêşîgirtina madeyên hişbirê semîner tên dayîn.Madeyên  hişbir metirsiyên wê li ser jiyana mirov û civakê pir in. Her wiha nexweşiyan jî çêdike."

Di dawiyê de Şêxo wiha got: “Erka me ya sereke ye ku em civakê biparêzin. Di destpêkê de jî ciwan û xwendekar bên hişyarkirin û divê pêşiya vê xetereyê bê girtin.”

ANHA