Îsraîl: Fermandarê Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdaran hate kuştin

Hate îdîakirin ku fermandarê Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdarana Îranê Elî Riza Tangsiri li Bender Abbasê ya li nêzî Tengava Hurmuzê di êrişekê de hatiye kuştin.

Îsraîl: Fermandarê Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdaran hate kuştin
26 adar, 2026   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyên çapemeniya Îsraîlê, Elî Tangsiri hatiye kuştin. Lê nehate aşkerakirin bê êriş çawa û ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Tangsiri ku ji Tebaxa 2018’an û vir ve hêzên deryayî yên Artêşa Pasdaran bi rê ve dibe, hefteyên dawî bi taybetî têkildarî hebûna leşkerî ya Îranê ya li Kendava Basrayê û Tengava Hurmuzê û destwerdanên gengaz daxuyaniyên tund didan.

Tangsiri hefteya derbasbûyî di daxuyaniyekê de gotibû: “Lîsteya me ya hedefan nû bûye. Navendên petrolê yên pêwendiya xwe bi DYA’ye re hene, êdî wek baregehên Amerîkayê têne dîtin û wê bi hemû hêza pêwîst li wan bê xistin.”

DYA’yê jî beriya niha gelek caran ragihandibû ku ew bêbandorkirina hêza deryayî ya Îranê wek yek ji karên sereke yên leşkerî dibîne. Tê gotin, ji dema destpêkirina şer ve nêzî 100 keştiyên Îranê hatine îmhakirin.

Rayedarên Îranê têkildarî mirina Tangsiri hîna daxuyaniyeke fermî nedaye.