Koçberên ji Girê Spî: Divê di demeke kurt de em vegerin ser mal û milkên xwe

Koçberên ji Girê Spî yên li bajarê Kobanê di dibistanan de dimînin, bi daxuyaniyekê diyar kir ku divê di demeke kurt de vegerin ser mal û milkên xwe.

Koçberên ji Girê Spî: Divê di demeke kurt de em vegerin ser mal û milkên xwe
26 adar, 2026   14:13
KOBANÊ

Li gorî peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, divê koçberên ji Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê vegerin ser cih û warên xwe. Koçberên Girê Spî yên li bajarê Kobanê niha di dibistanan de niştecih bûne, daxuyaniyek da û xwest vegerin ser mal û milkên xwe. 

Daxuyanî ji aliyê mamoste Yesmîn Mihemed Îsmaîl ve hat xwendin. Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Bi navê koçberên bajarê Girê Spî; ji bo êşa xwe ya ku ji sala 2019’an dest pê kiriye, di wê demê de, zêdetirî 3 hezar malbat ji bajar û gundên kurdî yên derdorê ji Yabsê û Til Findirê heta sînorên Cirin, Kopirlik û Qizelî ji ber şert û mercên ewlehî û siyasî neçar man ku koçber bibin.”

Êşa me heta roja îro jî berdewam dike. Em di van salên dawî de careke din jî koçber bûn. 8 sal piştî koçberiya destpêkê, em dîsa neçar man ku ji Eyn Îsa û Reqayê ber bi dibistanên Kobanê ve biçin.

Em wek koçberên Girê Spî, bi vê daxuyaniyê daxwaza mafê xwe yê rewa yê vegera ewlehî û bi rûmet bo malên xwe dikin. Ev maf di çarçoveya peymana 29’ê Çileya vê salê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta demkî de hatiye garantîkirin. Em girîngiya vê peymanê di xurtkirina yekitiya neteweyî û pêşxistina hevkariya di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de piştgirî dikin.

Şert û mercên jiyana me di dibistanên Kobanê de, piştî demeke dirêj a koçberî, êdî nayên tehemulkirin. Heta pêdiviyên bingehîn ên jiyaneke bi rûmet jî nayên peydakirin. Ji ber vê yekê, em bang li hemû aliyên peywendîdar bi taybetî hikumeta Sûriyeyê dikin ku ji bo peydakirina hawîrdorek ewle û domdar bixebitin da ku vegera birûmet a hemû koçberan bo malên xwe li gund û bajarên wan were misogerkirin.

Di heman demê de, em bi tundî xîtaba nefretê û nîjadperestiyê yên ku ji hêla hin koman ve têne belavkirin, red dikin. Armanca wan ji van xîtaban afirandina nakokî û perçebûnê di navbera civaka Sûriyeyê de ye. Em bawer dikin ku rêya yekane ya pêşveçûnê di avakirina Sûriyeyeke nû û demokratîk de, redkirina vê xîtaba wêranker û pêşvebirina çandeke aştiyane di navbera hemû gelan de ye.

Têkoşîna me ya berdewam ji bo vegera malên me ne tenê daxwazeke mafan e, lê ew parastina nasname û rûmeta me ye. Em dizanin ku pêkanîna vê hêviyê tenê bi xebateke  domdar li hemû astên siyasî û îdarî dikare pêk were. Ji ber vê yekê, em bang li hemû dezgehên fermî û hikûmeta Sûriyeyê dikin ku erkên xwe bi cih bînin û pêkanîna bilez û bi bandor a bendên peymanê misoger bikin, da ku em mafên xwe yên rewa bi dest bixin û li welatê xwe bi aştî û ewlehiyê bijîn.”

(ekîb/bb)

ANHA