Li Dêrazorê diziya trafoyên ceyranê zêde bûye

Li gundewarên Dêrazorê ji ber diziya trafoyên ceyranê ku di rojên dawîn de zêde bûye, şênî bê ceyran in.

Li Dêrazorê diziya trafoyên ceyranê zêde bûye
13 hezîran, 2026   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarên parêzgeha Dêrazorê diziya trafoyên ceyranê zêde bûye.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku di demên dawîn de diziya trafoyan li gundên Qoriyê, Eşara, Mehkan û Beqresê zêde bûye. Di encama vê yekê de ceyran li gelek deveran qut bûye.

Şênî banga li aliyên têkildar kirin ku tedbîrên ewlehiyê asê bikin da ku rê li ber diziyê were giritn.

(bb)